Li bajarên Hamburg û Munih ên Elmanyayê bi daxwaza ronîkirina komkujiya Parîsê vê Çarşemê jî çalakî hatin lidarxistin.
Di çalakiya Hamburg a di pêşengiya Meclîsa Jinan a Rojbîn de hat lidarxistin, ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin daxwaza edaletê hat dubarekirin.
Di mîtînga li semta Altona de hat xwestin ku komkujî bê ronîkirin û berpirsiyar bên darizandin. Di mîtîngê de stand hat vekirin û di mijara trajediya mirovatiyê ya li Şengalê rû dide raya giştî hat agahdarkirin.
Meclîsa Jinan a Rojbîn diyar kir 595 roj in li edaletê digerin, lê belê dewleta Fransa naxwaze vê komkujiyê ronî bike û nerazîbûna xwe nîşan dan.
Endama Meclîsa Jinan nivîskar Anja Flach di axaftina xwe de bal kişand ser trajediya Şengalê û terora DAIŞ şermezar kir. Flach got ku wek jin pêwîst e li hember van çeteyan têkoşîn bê pêşxistin.
Di mîtîngê de bi sedan belavok hatin belavkirin, ji bo Şengaliyan pere hatin komkirin û di dawiya çalakiyê de jî ji bo meşa bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê banga tevlîbûna ji bo meşê hat kirin. Meşa aştiyê ya li Hamburg roja Duşemê saet 18.00’an wê li Dammtor pêk were.
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê jî bi heman armancê çalakiyek hat lidarxistin. Çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransa bi dirûşmaya “Bêdengiya we ji hevkariya we ye” hat lidarxistin, komkujî carek din hat şermezarkirin û hat xwestin ku fail bên cezakirin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder