carinan wisa dixwazim bigirîm dibêjim bigirî dilê min bigirî bi têra xwe bigirî heta sibê bigirî paşê tu têyî bîra min
hêrs dibim diqehirim kufirek dikim ‘’fahişeya herkesî’’ Nifirek dikim ‘’Xwedê bela xwe bide te’’ cixareyek dikişînim qedehek araq vedixwim li stêrkan dinêrim destên xwe dinêrim serê xwe ditewînim dîsa dixwazim bigîrim dîsa dîsa dîsa lê çênabe malkambaxê fêm dikim ku bi te jî tenê me bê te jî bi te jî ne bextewar im bê te jî bi te jî belengaz im bê te jî…
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder