Ji fermandarên YPJ'ê yên Serêkaniyê Çîçek Xemgîn diyar kir ku DAIŞ ji bo ser têkçûna xwe ya li Kobanê, Til Hemîs û Til Berakê binixumîne êrîşî Til Temir û Serêkaniyê kiriye û destnîşan kir, ku DAIŞ ber bi tinebûnê ve diçe. Xemgîn ragihand ku dewleta Tirk hînê destekeke akîf dide çeteyan û diyar kir, ku di pevçûna Til Xenzîrê de dîmenên ku nîşan didin ji qereqol û mewziyên leşkerên Tirk gule hatine reşandin, bi maşînên leşkerî çeteyên birîndar hatine veguhastin û çeteyan
xwe li qereqolê girtine.
Ji Fermandarên YPJ'ê yên Serêkaniyê Çîçek Xemgîn der barê pevçûna dawî de agahî da ajansa me.
'JI SÎNORÊ TIRK BI SÛÎQESTÊ LI HEVALÊ ME XISTIN'
Xemgîn anî ziman ku êrîşên çeteyan ên li Til Temirê destpê kirin û li Serêkaniyê dewam kirin, ji polîtîkaya dewleta Tirk a li hemberî Rojava cuda nîne û anî ziman ku di êrîşa li Til Xenzir a Serêkaniyê de dewleta Tirk alîkarî daye çeteyan û ji aliyê din ê sînor ve çeteye bi ser hêzên wan ve hatine dehfdan.
Xemgîn ev agahî da, "Saet di 03:00 de me dîmenê wan kişand û saet di 04.00 de pevçûnê destpê kir. Beşek ji çeteyên êrîş kirin ji Raviya hatin. Baskê din jî sînorê Tirkiyeyê bikar anî û êrîş kir. Wêne û dîmen di destê hevalên me de hene ku nîşan didin çete di ser xaka Tirkiyeyê re êrîş kirine.
Piştî ku pevçûnan destpê kirin, maşînên leşkerî hatin ser sînor û çeteyên birîndar birin. Dûre, çeteyên ku me cih li wan teng kir, xwe avêtin nava mewziyên leşkerên Tirk û ji wir gule li me reşandin. Pevçûn gelekî nêzî sînor bû û ji sînorê Tirk, bi sûîqestê li hevalên me dan.
Pevçûnên li Serêkaniyê li ser girsekî li gundê Til Xenzirê dewam kir. Hin derdoran xwestin di çarçoveya armanca çeteyan de antî propaganda bikin. Ji bo çete ji aliyê psîkolojîk ve serdestiyê bi dest bixin, hewldaneke bi vî rengî hat kirin. Divê hay ji vê hebe. Pevçûn li ser girekî qewimî û niha ew der dîsa di bin dorpêçiya hêzên me de ye."
'ALIYEKÎ ŞER, DEWLETA TIRK E'
Xemgîn ragihand ku piştî têkçûna Til Hemîs û Til Berakê çeteyan êrîşî Til Temir û Serêkaniyê kirine û anî ziman ku êrîşên li vê qadê bi taybetî weke hedefekê hatiye nirxandin. Xemgîn da zanîn ku ji ber girîngiya stratejîk a herêmê tê zanîn, êrîşên li vir bi giranî ji aliyê hêzên çeteyan ên bi taybetî ji Heleb û cihên din anîne û piraniya wan hêzên biyanî ne, tê kirin.
Xemgîn got, "Van hêzan bi êrîşa bi çekên giran xwestin encamê werbigirin. Lê belê me êrîşên çeteyan şikandin. Xwestin bi maşînên bombebarkirî re êrîşê bikin. Me ew jî bê bandor kir û gelek çete hatin kuştin. Dûre, dema li Serêkaniyê û ser sînor pevçûnan destpê kirin, ji sînorê Tirkiyeyê êrîş li hemberî me hat kirin. Vê carê ji nava leşkerên Tirk li hemberî hevalên me sûîqest hatin kirin. Hevalên birîndar diyar kirin ku ji mewziyên dewleta Tirk gule li wan hatine reşandin. Ji xwe piştî ku ji mewzî û qereqolên Tirk gule li me hatin reşandin û çete li ber qereqolan ketin mewziyê, em jî neçar man bersivê bidin.
Çend ji çeteyan, me li ser sînor li wan xistin. Û me nehiştin ku mewziyê bi dest bixin. Yên sax man jî sînor derbas kirin û ketin hundirê qereqolê. Bi şev me xwestin êrîşî girê çete lê dimînin bikin. Lê dîsa ji aliyê Tirk ve bi çekên giran gule li me hat reşandin. Diyare ku ji wir bi kamerayên termal û yên bi şev dibînin, me dişopandin. Bi şerê xwe yê li ser vê xetê re em vê îdîa dikin: Me tenê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer nekirin. Em li êrîşên dewleta Tirk jî rast hatin. Eger çeteyan ji dewleta Tirk alîkarî negirtibûna û koordîneya şer yekser ji qereqolê nehatibûyakirin, wê hêza wan têrê nekiribûya ku êrîşî me bikin. Aliyekî vî şerî dewleta Tirk e, ev yek careke din li vir piştrast bûye."
'EM XWEDÎ WÊ HÊZ Û VÎNÊ NE KU HEMÛYAN JI HOLÊ RAKIN'
Xemgîn bibîr xist ku beriya niha wan li Serêkaniyê bi derfetên gelekî kêm li dijî çeteyan şer kirine û çete ji herêmê derxistine û got, "Niha YPG mezin bûye, derfet zêde bûne. Di vê qonaxê de, ji bo pêşî li destketiyên gelê me bigirin, careke din ev çete xistin dewreyê. Çete nikarin bi gavekê jî bi pêş ve biçin. Em dizanin ku niha li nava sînorên Tirk çete careke din amadekariyê dikin ku xwe komî ser hev bikin û êrîş bikin. Agahî ji me re tê ku çete li qereqolan tên komkirin. Lê em bi sond û biryarin ku van çeteyan jî têk bibin. Ev biryardarî û berxwedana me ne tenê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê ye, kî tê bila were, ji bo me zêde ne pirsgirêke. Em xwedî wê hêz û vînê ne ku hemûyan bêbandor bikin, ji holê rakin."
Xemgîn di dewama axaftina xwe de got, "Beriya niha em ne li gundê Til Xenzîr bûn. Em li girekî li ser gund bûn. Şer ji xwe li vî girî rû da. Çeteyan ji bo vî girî ji Reqqa, Til Ebyad û Aîleyê hêz civandibû. Çete di navgînên xwe yên çapemeniyê de dibêjin ku wan hejmareke zêde şervanên YPG'ê têk birine. Ev bi temamî derew e, bi armanca propaganda tên kirin. Di vî şerî de bi giştî windahiyên me -aqûbeta hin hevalan ne diyar e- di navbera 15-20'an de ye. Hin hevalên me yên winda hene û aqûbeta wan ne diyar e. Lewma em nikarin hejmara xwe ya şehîdan a bi temamî zelal bikin."
'DAIŞ DIQEDE'
Fermandara YPJ'ê Çîçek Xemgîn anî ziman ku çeteyên li Kobanê, Til Hemîs û Til Berakê derbên giran xwarine, ji bo 'nîşan bidin ku li gel van derban jî hînê heye' hewl dide bi alîkariya dewleta Tirk êrîşê bike û got, "Di rastiya êrîşa dawî ya çeteyên DAIŞ'ê de me ev yek bi zelalî dît; dema têk diçe, êrîş û şer bi awayekî gelekî qirêj dimeşîne. Ev rewş ji bo hemû rêxistinbûyînên qirêj ên li cîhanê derbas dibe. Çeteyên DAIŞ'ê ber bi tinebûnê ve diçin, em dikarin vê bi zelalî bînin ziman. Ev berxwedana me ya dawî wê dawî li wan bîne. Ne tenê dewleta Tirk, cîhan hemû jî destekê bide, DAIŞ neçare tine bibe. Ji ber ku DAIŞ li her cihê dikevê, her tiştên li ser navê mirovahiyê tine dike. Di cîhana wan a tarî de êrîş û talan heye. Ev mejî jî êdî ji aliyê mirovahiyê ve nayê qebûlkirin. Her kes êdî vê dibîne.
Di vî şerî de beşeke mezin a şervanên me ji pêkhateya Ereb e. Hin ji hevalên me yên şehîd ketin, şervanên YPG'ê yên gelê Ereb in."
ANF

0 yorum:
Yorum Gönder