Koordînasyona PAJK’ê destnîşan kir ku valaderxistina komployê bi avakirina jiyana azad dibe û banga tevlîbûneke aktîf li Pêngava Jinûve Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk kir.
Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê lanet kir û got, “Em hemû şehîdên xwe yên bi dilsozî û rûhê fedekariyeke mezin li dora Rêber Apo xeleka ji agir çêkirin bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin.”
‘KOMPLO LI DIJÎ GELÊN ROJHILATA NAVÎN HATIYE KIRIN’
Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku hêzên komploker di kesayetiya Ocalan de nasnameya Kurd ê Azad, nasnameya Jin a Azad û nirxên sosyalîzmê yên mirovahiyê hedef girtine û got, “Hêzên Modernîteya Kapîtalîst ên bi serkêşiya DYA yên dest bi fetihkirina Rojhilata navîn kirin û di şexsê Iraqê de destwerdana îdeolojîk, siyasî û çandî li Rojhilata Navîn kirin, projeya Rêbertiya me li pêşiya xwe weke astengiyeke mezin dîtin. Ji ber vê yekê, pêvajoya destwerdana li Rojhilata Navîn û vê hewldana li dijî Rêberê me re destpê kiriye. Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê di heman demê de ji bo amadekirina zemînê destwerdana li Iraqê hatiye kirin. Lewma komploya li dijî Rêbertiya me hatiye kirin, ne tenê li dijî vîna gelê Kurd li hemberî vîna demokratîk a tevahiya gelên Rojhilata Navîn û Cîhanê hatiye kirin. Komployek li dijî bidestxistina şensê jiyaneke demokratîk e. Berî her tiştî komployek li hemberî gelên Kurd û Tirk e.”
LI DIJÎ KOMPLOYÊ TÊKOŞÎNA BÊNAVBER A 16 SALAN
Koordînasyona PAJK’ê da zanîn ku rewş û pêşketinên heyî, têkoşîneke nasnameya îdeolojîk a bingehîn di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk de ye û got, “Ev yek ji her alî ve derketiye holê. Ev rastî îro herî baş li Rojava tê dîtin. Berxwedana li Şengalê û Kobanê li hemberî faşîzma DAIŞ’ê hat nîşandan, girînge di vê çarçoveyê de were nirxandin. Lewma serketina li Kobanê, serketina Modernîteya Demokratîk e ku di şexsê DAIŞ’ê de li dijî paşverûtiya li ser Rojhilata Navîn tê ferzkirin e.
Di serî de Rêber Apo tevgera me ya azadiyê û gelê me ev 16 sal in li dijî rastiya komployê têkoşîneek bênavber dimeşînin û nehiştine komplo bigihêje armanca xwe. Gelê me salvegera 16. a komployê li ser bingeha briyardariya Pêkanîna Azadiya Rêbertiyê û Avakirina Jiyana Azad bi berxwedanê pêşwazî dike. Bi taybetî jin bi şiyara “Azadiya te azadiya me ye” pêkanîna azadiya Rêber Apo xistine navenda têkoşîna xwe û li ser bingeha encamgirtinê têkoşîna xwe bi biryardarî xurt dikin. Jin ji bo rojekê jî nema dikarin xwe li dîlgirtina Rêber Apo rabigirin, ku weke temînata azadiya xwe dibînin. Lewma pêşengiya vê berxwedanê dikin.”
‘VALADERXISTINA KOMPLO BI AVAKIRINA JIYANA AZAD DIBE’
PAJK’ê da zanîn ku çalakiyên ev 16 sal in bi pêşengiya jinê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û valaderxistin komployê tê meşandin, xurtir dibin û got, “Herî dawî bi vê armancê li her deverê bi mîlyonan îmze ji bo azadiya Rêberê me hat komkirin. Beriya bi rojan gelê me li Kurdistanê dest bi çalakiyên şermezarkirina 15’ê Sibatê kir û li Ewropayê jî ji sê baskan ve meşeke bi heybet hat lidarxistin. Weke PAJK em vê yekê silav dikin.”
PAJK’ê diyar kir ku armanceke din a komployê, astengkirina sîstema demokratîk a li ser bingeha vîna cewherî ya gelên Rojhilata Navîne û destnîşan kir, ku valaderxistina komployê bi avakirina jiyana azad dibe. PAJK’ê di serî de jinên Kurd bang li tevahiya gelê Kurd kir ku li her deverê bi awayekî aktîf tevlî Pêngava Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk bibin û got, “Eger em berxwedanê xurt bikin û bimeşînin, em ê bi ser bikevin.”
0 yorum:
Yorum Gönder