.

.
.

‘Ji baregehên dagirkeran re na!’

‘Ji baregehên dagirkeran re na!’Kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina ‘Dagirkeran ji bo derve’ ya ji aliyê Ciwanên Welatparêz ve hatî destpê kirin, berdewam dike. Li bajarokê Seyîdsadiq ê girêdayî Silêmaniyê standên îmzeyan hatin danîn.
Di çarçoveya komkirina îmzeyan de, welatiyên bajarokê Seyîdsadiq bi germî pêşwazî lê kirin û îmze komkirin. Kampanya îmzeyan berî du rojan destpê kir û biryare 3 rojan berdewam bike. Ciwanên Welatparêz diyar kirin ku ew hewl didin kampanyaya komkirina îmzeyan befirehtir bikin û ji bo navendên xwendinê jî bigire nava xwe.
Kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo ‘Derxistina dagirkirin bo derve’ li piraniya bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê belav bûye. Biryare ev kampanya heta Newrozê berdewam bike. Piştre jî encamên kampanyayê wê bi civîneke çapemeniyê were eşkerekirin û aliyên peywendîdar wê werin eşkerekirin.
Paylaş: Google Plus

Yazar: Adsız

    Blogger Yorumları
    Facebook Yorumları

0 yorum:

Yorum Gönder

Rojken ::: DİFHA

iletişim.: Email-Skype.: amedsozdar@hotmail.com

Sohbet Odası

Sohbet Odası
Sohbet Odası