.

.
.

Dı Zımanê Kurdî De Peyvên Ku Bı Serê Xwe Nabın Pırane

Di Zimanê Kurdî de piraniya peyvên ku “nav” in, gava ew bi sere xwe têne gotin, forma piranetî ji wan re çênabe. Lê piranetiya wan, an bi çavkaniya wan, an jî bi daçeka wan a milkane derdikeve holê. Wek mînak: Kurd, Ereb, Tirk, bîner, goşt, av, berf, pez, giya û gwd.

KURD: Di tirkî de peyvika “kurtler” wek forma pirane bi serê xwe tê gotin. Di Zimanê Swêdî û hinên dî de eynî form weke ”kurder” ango “kurdan” bi serê xwe tê gotin. Lê di Zimanê Kurdî de bi tu rengî forma pirane ji bo peyvika ”Kurd” nayê gotin. Ew bi çavkaniya wê weke “Kurdên Swêdê” tê gotin û weke “Kurdistan axa Kurdan e” tê gotin. Ev hawe ji bo Ereb, Tirk û hemû miletan jî her wisan e.

BÎNER: Bi serê xwe forma pirane jê re çênabe. Lê eger tu bêjî: ”Bênerên Hêja” û ”Min gote bîneran…” çêdibe. Peyvika ”bîneranên…” ne rast e û di kurmancî de bêjeyeke wisan nehatiye dîtin.

GOŞT: Forma pirane jê re tune, weke mînak: ”Goştê bizinê, goştê berxê, goştê miyê…” Eger yek bêje: ”Goştên me ji germê şemixî” şaş e, rastî weha ye: ”Goştê me ji germê şemixî” 

AV: Bi çu rengê mirov nabêje: ”Avên Kurdistanê” lê forma pirane bi çavkaniyan çêdibe, wek mînak: ”Ava çiyayên Kurdistanê…” yan jî ”ava kaniyên Çiyayê Nemrûdî...”

BERF: Forma pirane ji bo berfê tune, lê bi çavkaniyê tê xuyakirin, weke mînak: ”Berf li çiyayên Kurtdistanê pir dibare”

PEZ: Forma pirane ji bo pez tune, lê bi çavkaniyê tê zanîn, weke ”Pezê gundên çiyayê Agiriyê…” û ”Pezê gundiyên me…”

GIYA: Forma pirane ji bo giyayê tune, lê bi çavkaniyê tê fêmkirin, weke mînak: ”Giyayê mêrgên Deşta Mûşê ji pêz re pir qenc e” û ”Tayên giyaya heşîn derman e.”

Lê mixabin gelek caran tê dîtin ku biraderên me gava bi kurdî dinivîsin, di serê xwe de cil û bergên çanda tirkîtiyê lê dikin û bi peyvên kurdî hevokên xwe dihonin. Ev hawe şaşiyeke mezin e ku wê di pêş de nivşên pêşerojê pêrgê zehmetiyên pir mezin bikin. 

Hêvî dikim ji hemû kesên ku bi Zimanê Kurdî dinivîsin, ew forma tirkî li Zimanê Kurdî nekin. 

Bi hêviya serkeftin û serfiraziyê…
Paylaş: Google Plus

Yazar: Adsız

    Blogger Yorumları
    Facebook Yorumları

0 yorum:

Yorum Gönder

Rojken ::: DİFHA

iletişim.: Email-Skype.: amedsozdar@hotmail.com

Sohbet Odası

Sohbet Odası
Sohbet Odası