.

.
.

Esnafan darabe venekirin

Esnafan darabe venekirinLi Colemêrg, Şirnex û Êlihê esnafan bi armanca şermezarkirina 16’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat dikanên xwe venekirin.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê esnafan ji bo şermezarkirina 16’êmîn komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat derabeyên kargehên xwe venekirin. Heta dermanfiroş û kargehên aşan jî derabeyên xwe venekirin. Di bajar de serwîsên ku diçin taxan jî kontaxên xwe girtin û di navenda sûka Colemêrgê de tenê polîs bi maşîneyên zirxî disekinin. Li Geverê jî bi heman armancê dikan nehatin vekirin. Li navçeyê tevgera polîsan a zêde heye. Li navçeyên Çelê û Şemzînan jî bi heman armancê dikan nehatin vekirin.
ŞIRNEX
Li Şirnexê jî ji bo şermezarkirina salvegera 15’ê sibatê ku bi komployeke navneteweyî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê, li navenda Şirnex, Cizîrê, Silopî, Hezex, Qileban, Elkê û bajarokên wan esnafan derabeyên xwe venekirin. Li van navendan ji bilî firûn û dermanfiroşên nobedar hemû dikan girtîn e. Bi avahiyên rêxistina DBP û HDP’ê her wiha rêxistinên sivîl ve reş hatine daliqandin. Hemwelatiyên ku kêm derketine derve jî kincên reş li xwe kirine, 15’ê sibatê şermezar dikin.
Dîsa li navenda Şirnex, hemû navçe û bajarokan dê di seat navbêra 12.00 û 17.00’an de bi meşên girseyî û daxuyaniyên çapemeniyê ev roj bê şermezarkirin û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê xwestin.
ÊLIH
Li Êlihê jî esnafên bi armanca şermezarkirina 16’min selvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê deriyên kargehên xwe venekirin. Li gelek dikanên di nav taxan de û kolanên herî qelebalix ên wek kolana Gulistanê, Amedê, Êlihê û navenda sûkê û hwd. esnafan kargehên xwe venekirin û ajokeran jî wesayîtên xwe nexebitandin. Her wiha welatiyên ku derketin qolanan bi gelemperî kincên rêş li xwe kiribûn.
Hat dîtin ku li gelek kolan ji aliyê polîsên sivil ve hatiye dorpêçkirin.
WAN
Esnafên Wanê jî bi heman armancê dikanên xwe venekirin. Bi taybet esnafên kolanên Cumhuriyet û Maraşê dikanên xwe venekirin. Li bajar saet dê di 12.00’an meş pêk bê. Li navçeyan Wanê jî esnafan dikanên xwe venekirin.
AGIRÎ
Li Agirî û navçeyên Bazîd, Giyadîn, Tutax û Panosê jî esnafan dikanên xwe venekirin û tedbîrên polîsan ên zêde li her derê hene.
MÛŞ
Li Mûşê jî gelek esnafan dikanên xwe venekirin û li navçeyên Kop, Milazgir û Gimgimê jî esnafan dikanên xwe venekirin.
BEDLÎS
Li Bedlîs û navçeyên Tetwan, Xizan, Mutkî, Norşîn jî esnafan dikanên xwe venekirin.
ERZIROM
Li navçeyên Erziromê yên Qereyazî, Qereçoban, Xinûs, Tatosê jî esnafan dikanên xwe venekirin.
QERS
Li navçeyên Qaqizman, Têgor, Îdîr û Tozanê yên Qersê jî esnafan bi heman armancê dikanên xwe venekirin.
AMED
Li Amedê bi heman armancê li gelek semtan esnafan dikanên xwe venekirin. Ji bilî firin û dermanfiroş hemû dikan girtîbûn. Berî meşa li bajar pêk bê di avahiyên DBP û HDP’ê de pateyên re hatin daliqandin. Li Rezen, Peyas, Sûr, Bismîl, Farqîn, Erxanî û Pîranê jî esnafan dikanên xwe venekirin.
MÊRDÎN
Li Mêrdîn, Kerboran, Nisêbîn, Qoser, Dêrikê jî esnafan bi heman armancê dikanên xwe venekirin. Li Dêrsimê jî esnafan dikanên xwe venekirin. DÎHA
Paylaş: Google Plus

Yazar: Adsız

    Blogger Yorumları
    Facebook Yorumları

0 yorum:

Yorum Gönder

Rojken ::: DİFHA

iletişim.: Email-Skype.: amedsozdar@hotmail.com

Sohbet Odası

Sohbet Odası
Sohbet Odası